Îsraîlê car din li Samê xist!

09 February 2024 19:25 0 dîtin
Îsraîlê car din li Samê xist!

PeyamaKurd – Medya nêzîkî rejîma Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi moşekan êrîşek biriye ser Şamê.

Li gorî rojnameya El Watan a girêdayî hikûmeta Şamê, dengê teqînan ji paytext Şamê hatine bihîstin.

Herwiha medyayên nêzîkî rejîma Sûriyê dane xuyakirin ku sîstema parastina asmanî hin ji moşekên Îsraîlê li nêzî Şamê bê bandor kirine.

Derbarê windahî û ziyanên vê êrîşê de, hîn agahiyên zelal belav nebûne. Îsraîl gelek caran binkeyên Hizbullaha Lubnanê û komên milîsên Îranê li Sûriyê dike armanc.