Îsraîlê li derdora Samê xist: Leskerek mir, 3 jî brîndar bûn

14 July 2024 17:25 0 dîtin
Îsraîlê li derdora Samê xist: Leskerek mir, 3 jî brîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê careke din li dijî xalên leşkerî yên Sûriyeyê hêriş pêk aniye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî çend xalên leşkerî yên derdora Şamê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di nûçeya SANAyê de jêderekî leşkerî ragihandiye ku hêriş ji aliyê Palên Golanê ve pêk hatiye û hejmarek navendên leşkerî yên li herêma başûr û avahiyeke niştecihbûnê ya li navçeya Kefer Sûsaya Şamê ketine ber şêla hêrişê.

Jêder diyar kir ku pergalên berevaniya esmanî 'tevî qalindbûna xwe, li hemberî mûşekên Îsraîlê li ber xwe dane û gelek mûşek xistine xwarê.

Çapemeniya herêmî ragihand ku di encama hêrişa Îsraîlê ya li ser xalên leşkerî yên nêzîkî paytext Şamê de depoyeke cebilxaneyê teqiya ye.

Wêneyên ku nîşan didin şewat li navçeyeke niştecihbûnê ya li taxa Kefer Sûsa ya Şamê derketiye li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Ji sala 2011an vir ve ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiribû, Îsraîlê bi sedan hêrişên asmanî li ser çeperên rejîma Sûriye, komên çekdar ên girêdayî rejîma Îran û Hizbullahê pêk anî.

Îsraîl, ku kêm caran van hêrişan qebûl dike, dijberiya xwe ya li hember hewldanên Îranê yên ji bo avakirina hebûna leşkerî ya li Sûriyê dubare dike.