Îsraîlê êrisî Sûriyê kir: Samê êris pistrast kir!
PeyamaKurd- Medyaya fermî ya dewleta Sûriyê piştrast kir ku Îsraîlê li dijî deverên başurê ên wî welatî êrişeke moşekî pêk aniye.
Li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyê (SANA) balafirên şerî yên Îsraîlê îro saet 1:30ê balafirên Îsraîlê êrîşî navçeya Til Hare li gundewarê Der'ayê kir û tenê ziyanên madî bûn.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê (SOHR) ragihand Îsraîlê êrîşî baregehên hêzên biyanî yên li Sûriyê (hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî) li Der'a û Şamê kiriye û ziyanên canî di wan êrîşan de çêbûne lê derbarê qurbaniyan de tu amar nehatin parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin