Îsraîlê, êrîsî Suriyeyê kir: Gelek kustî û birîndar hene!

25 October 2023 15:30 0 dîtin
Îsraîlê, êrîsî Suriyeyê kir: Gelek kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Piştî ku duh artêşa Îsraîlê ragihandibû ji aliyê Suriyeyê ve êrîşa 2 moşekî li dijî axa wan çêbûye, balafirên Îsraîlê di saetên şevê de êrîşî baregehên leşkerî yên li Suriyeyê kir.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê baregehên leşkerî yên li başûrê Suriyeyê bombebaran kirin û di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku di encama vê êrîşê de efserên payebilind û leşker jî dinav de gelek kuştî û birîndar hene.

Hat diyarkirin ku duh bişev saet di 02.00yan de balafirên şer ên Îsraîlê Tabûra Radarê ya li derdora bajarokê Kerfa yê bajarê Derayê û Lîwaya 12emîn a li herêma Îzrayê ya li bejahiya bakurê Derayê hedef girtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî; di encama bombardûmanan de 11 leşkerên Sûriyeyê ku 4 ji wan leşkerên payebilind bûn mirin û 10 leşker jî birîndar bûn.

Ajansa SANAyê jî li ser heman êrîşê ragihand ku 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 7 leşker jî birîndar bûne.