Îstixbarat: Ukraynayê, li dijî Putin plansaziya kustinê kir!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya rojnameya Almanî Bild, îstixbarata Ukraynayê hefteya borî ji bo kuştina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, balafireke bêmirov a bi teqemenî şandiye Rusyayê lê belê ev hewil bi ser neketiye.
Hat îdiakirin ku Ukraynaya ku 14 meh in di bin êrîşên Rusyayê de ye, li dijî Vladimir Putin çalakiya kuştinê bi rê ve biriye. Her wiha di dewama nûçeyê de hat gotin ku ev hewildan, hefteya borî hatiye kirin lê belê ev balafira bêmirov a bi teqemenî, ji aliyê hêzên Rus ve hatiye têkbirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku li gorî plansaziyê, balafira UJ-22 UAV, ji bo hedefgirtina Putin ku li nêzî Moskowê diçû saziyeke pîşesaziyê dê derbasî êrîşê bibûya lê ev yek bi cih nehatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin