Putin: Êrîsên li dijî Ukraynayê, dê berdewam bin!

21 February 2023 18:00 0 dîtin
Putin: Êrîsên li dijî Ukraynayê, dê berdewam bin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, nêzîkî salvegera şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê, axivî û diyar kir ku êrîşên wan dê li dijî Ukraynayê, berdewam bin.

Vladimir Putin, beriya çend rojan ji bo endamên Meclîsa Federal axivî û got, "Rojava bi tevahî ji zêdebûna rageşiya li Ukraynayê berpirsyar e."

Serokê Rusyayê Putin diyar kir ku ne pêkan e ku di qada şer de Rusyayê têk biçe û got, "Çiqas çekên menzîl-dirêj ji Ukraynayê re bên şandin, em ê ewqas xetereyê ji sînorên xwe dûr bixin."

Putin destnîşan kir ku ew ji bo Rusyayê di demeke dijwar û gelek girîng re derbas dibin lewra di vê demê de li hemû cîhanê guherînên girîng tên jiyandin.

Rêberê Rus Putin bi berdewamî got, "Yên ku şer dane destpêkirin ew in. Ji bo bidawîkirina şer, em hêzê bi kar tînin. Rojava jî dizane ku li qada şer nikare Rusyayê têk bibe û ji ber vê yekê şîrovekirina şaş, dest bi êrîşa dezenformasyonê ya êrîşkar a rastiyên dîrokî kir. Erîşî çand, ol û nirxên Rusyayê dikin, em mala xwe diparêzin."