Hêzên Rus, 30 êrîsên mosekî li dijî Ukraynayê kirin

26 January 2023 15:30 0 dîtin
Hêzên Rus, 30 êrîsên mosekî li dijî Ukraynayê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Ukraynayê hatin ragihandin, êrîşên artêşa Rus ên li dijî herêmên Ukraynayê bê navber berdewam dikin û hat ragihandin ku hêzên Rus bi moşekan, êrîş birine ser Ukraynayê.

Daxuyaniya li ser mijarê, ji aliyê Berdevkê Hêza Asîmanî ya Ukraynayê Yuriy Ignat ve hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku balafirên şer ên Rusyayê, zêdetirî 30 moşek havêtine û ragihand ku nêzîkî 6 balafirên şer ên Tu-95 ji herêma Murmanskê ya Rusyayê rabûne, moşek havêtine welatê wî.

Ji aliyê din ve Şaredarê Kievê Vitaly Klichko di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku li paytextê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku moşekên ji aliyê Rusyayê ve hatine havêtin, li asîmên hatine bêbandorkirin.