Îsveç bi fermî bû 32em endamê NATOyê
PeyamaKurd – Dewleta Îsveçê bi fermî bû 32em endamê NATOyê. Rêvebiriya Îsveçê ya Stockholmê belgeyên pêwist teslîmê Amerîkayê kir. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî bi wezîrê karên derve yê Îsveçê bi Ulf Kirstersson re hevdîtin kir got:
“Îsveç êdî terefekî Peymana Washingtonê û endamê 32em yê NATOyê û dibêjim bixêr hatiye.”
Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî ragihand ku Îsveç bû endamê 32em yê NATOyê û ciyê ku heqqê Îsveçê ye, di nav wan de girtiye û weha dewam kir:
“Ez bende me ku roja duşemê li baregeha NATOyê ala Îsveçê daleqînim. Tevlîbûna Îsveçê ya NATOyê, NATOyê, Îsveçê û hevkariyê xwurt dike.”
Ala Îsveçê dê roja duşemê li baregeha NATOyê ya Bruksel a Belçîkayê, wê di 11ê Adarê de bê daleqandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin