Trump: Wê Ûkrayna nebe endamê NATOyê
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump got; eger Ûkrayna bi Rûsya re peymana aştiyê îmza bike, bawer nake ku car din Rûsya hewla îşxala Ûkraynayê bike. Trump, li ser pirsa ku wê Ûkrayna bibe endamê NATOyê an na de got:
“Demekî dirêje Putin nasdikim. Ez bawer nakim ku soza xwe bixwe. Dema em peyman îmza bikin bawer nakim paşde gav bavêje. Wê hem Rûsya û hem Ûkrayna di ewlehiyê de bin. Wê endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê qet nebe.”
Trump, di civîna bi serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer re li Koşka Sipî di civînê de daxwuyaniyan da. Trump li ser têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpayê rê jî got:
“Bi YEyê re pirsgirêkên me hene. Ji ber tarîfa gumrikê danîne ser me. Em ê jî tarîfa gumrikê deynin ser wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin