Îxracata Tirkiyê ya meywe û sebze di 3 mehên ewilî yên salê de %60 zêde bûye

12 May 2023 22:57 0 dîtin
Îxracata Tirkiyê ya meywe û sebze di 3 mehên ewilî yên salê de %60 zêde bûye

PeyamaKurd – Ji ber Tirkiye di navbera Rûsya û Ûkrayna de bi awayekî bi mêzên tevdigere, têkiliyên Tirkiyê bi Rûsya re baş dimeşin, îxracata wê ya Rûsyayê di sebze û meywe de %60 zêde bûye. Tirkiye di her sê mehên ewilî yên salê de, bi 258,4 milyon dolarî îxracatê kiriye. Li gor rêjeyên Rêxistina Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TÜİK) di nav îxracata ku Tirkiye kiriye, maddeyên kîmyewî û berhemên wan, sebze û meyweyên ter û hişk, hububat, baqliyat, tixmên bi rûn, cilên hazir, konfeksiyon, çîmento û bi sedan cûre tiştan îxrac dike.

Tirkiye ji Rûsya jî xaz, petrol, hesin û pola di nava wan de gelek berheman dikire. Di sê mehên ewilî de bi temamî îxrata ji bo Rûsyayê digaye 2 milyar û 448 milyon dolarî. Li gor her sê mehên sala borî îxracata Tirkiyê %132,9 zêde bûye.