Sûdanî: Ji bo îxracata petrolê destpêbike em li benda xebera Tirkiyê ne

23 September 2023 00:04 0 dîtin
Sûdanî: Ji bo îxracata petrolê destpêbike em li benda xebera Tirkiyê ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, ji bo tevlî civîna NY ya 78em bibe li New Yrokê ye û li wê derê di konferansekî de axifî. Sûdanî ragihand ku ji bo petrola Kurdistanê bişînin lîmana Ceyhanê li benda bersiva Tirkiyê ne. Sûdanî her weha ragihand ku wê ji bo temamê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareserî bibînin. Sûdanî li ser rawestandina petrola herêma Kurdistanê ya îxracatê got:

“Rawestandina îxracata petrolê ya rojane bi miqdarê 470 hezar varêlî li ser Iraqê gelek biha tê. Terefê Tirkiyê got ku hinek arîşeyên teknîkî hene. Em bende ne ku dereca pirsgirêka teknîkî teyîd bikin”.

Îxracata petrola herêma Kurdistanê, piştî biryara dadgeha Tahkîmê ya Parîsê, şandina petrolê ya Tirkiyê di meha Adarê de rawestiyabû.

Li ser mijara budça Herêma kurdistanê û petrolê serokwezîr Sûdanî axaftina xwe weha dewam kir:

“Li ser şandina para budça Kurdistanê berê pirsgirêk hebûn lê piştî rawestana îxracata petrolê, bi qanûna budça 2023an çareser bû. Hukumeta federal bi berpirsiyarî tevdigere. Herêma Kurdistanê perçeyekî ji Iraqê ye û berpirsiyariya me ya exlaqî û netewî ya li hemberê hemwelatiyên me, bi berpirsiyariyên me yên bajarên Orta û Başûrê Iraqê re eyniye.”

Li ser seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê ku wê her meh heya dawiya salê 700 milyar Dînar pere bişîne Kurdistanê, Sûdanî got:

“Piştî seredana rêvebiriya Herêma Kurdistanê me ji bo pirsgirêkan çareseriyan dît. Çarserî ne ji derve lê ji nav hundir çêbû. Têgihîştin, hevnasîn, diyalog, berpirsiyariyên qanûn’ı peyman hene. Em ê ji temaman re derman bibînin. Di navbera Bexda û Erbîlê de krîz tine. Di dema dawiyê de bi tedbîrên encumena wezîran hinek pirsgirêkên malî û hûqûqî çareser bûn.

Li ser qanûna xazê û petrolê û hinek mafên din munaqeşeyên me dewam dikin.”