Japonya: Balafirên Çînî û Rûsî bi hev re li avên nêzî welêt difirin

07 June 2023 12:10 0 dîtin
Japonya: Balafirên Çînî û Rûsî bi hev re li avên nêzî welêt difirin

PeyamaKurd Hikûmeta Japonyayê diyar kir, balafirên Çînî û Rûsî bi hev re li avên nêzî welêt difirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê, 2 balafirên Çînî H-6 û 2 balafirên Rûsyayê Tu-95 li avên nêzî Japonyayê seferên hevpar pêk anîn.

Li hemberî sefera hevpar a ji herêma Behra Japonyayê ber bi Behra Çînê ya Rojhilat ve, balafirên şer ên Hêza Xweparastinê ya Hewayî ya Japonyayê (ASDF) rabûn.

Di daxuyaniyekê de wezaretê got, qada hewayî ya Japonyayê nehatiye binpêkirin, lê firîna hevbeş wekî "pêşandana hêzê ya vekirî" hate binavkirin.

Hat destnîşankirin, fikarên kûr ên derbarê firîna hevpar a mijara gotinê de bi rêyên dîplomatîk ji Rûsya û Çînê re hatine ragihandin.