Jeffrey: Kurd li Herêma Kurdistanê û parçeyên din dost û hevalên me ne

31 August 2022 13:01 0 dîtin
Jeffrey: Kurd li Herêma Kurdistanê û parçeyên din dost û hevalên me ne

PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûriye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey diyar kir, Kurd li Herêma Kurdistanê û parçeyên din, dost û hevalên me ne û divê Amerîka di bûyerên Iraqê û rêgirtina destwerdanên Îranê de roleke zêdetir bilîze.

James Jeffrey ji K24ê re li ser rola Amerîkayê ya li Iraqê axivî û got “Tu gumanek di wê yekê de tune ye ku di mijara Iraqê de bandoreke mezin a Îranê heye. Îran zexteke mezin li Iraqê û beşeke Sûriyê dike. Tiştê ku li Lubnanê jî dike, sedema wê ew e ku Amerîka li navçeyê aktîv nîne ku sînorek deyne ber Îranê.”

Jeffrey eşkere kir: “Divê her kes bizane ku xelkê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê gelek girîng e, lê belê divê pirsyar ji îdareya Biden were kirin ku çima li ser mijarên girîng ên navçeyê rola xwe nalîze.”

Herwiha li ser pêgeha Iraqê di siyaseta Biden de James Jeffrey destnîşan kir: “Biden di wê baweriyê de ye ku bandoreke mezin a Iraqê heye û girîng e, biryarên girîng jî derbarê Iraqê de dane. Em ji sala 2011an ve vekişiyane, lê belê hêzên siyasî yên Iraqê rola xwe nelîstin ji bo temamkirina projeya Amerîkayê.”

Di berdewamiyê de diyar kir: “Ez nizanim çima me weke pêwîst gav neavêtine ji bo ku em rola xwe li Iraqê bilîzin.”

James Jeffrey li ser rewşa niha ya Iraqê jî da zanîn: “Iraq ji ber çend sedeman gihîştiye vê rewşê, çimkî Amerîka û cîhana derve weke pêwîst piştevanî nekirin û sînor dananîn ber Îranê ku destwerdanê neke.”

Jeffrey destnîşan kir: “Beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê li dijî destwerdana Îranê ne, diviyabû civaka navdewletî û Amerîka jî destwerdanê bikin.”

Herwiha got: “Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û Lubnan ji ber destwerdana Îranê, neseqamgîr bûne û Amerîkayê jî rola xwe nelîst. Pênc hezar serbazên Amerîkayê li Iraqê hatine kuştin, lê belê ew bi cih hiştin da ku Îran wisa destwerdanê bike.”

Jeffrey li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê da zanîn: “Em ligel hemû Kurdên Îran û beşên din û bi taybetî Herêma Kurdistanê, weke hevbeşên xwe dibînin û di sala 1979an de me ligel wan kar kiriye û pêwendiyên me yên baş ligel Kurdên Tirkiyê û birayên me yên li Sûriye û Iraq û Îranê hene. Ew hemû bêyî ciyawazî dost û hevpeymanên me ne.”

James Jeffrey di derbarê mijara konfederaliyê de ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Ez piştevaniya sîstema federaliyê dikim ku di destûrê de hatiye.”

Li ser Rojavayê Kurdistanê Jeffrey got: “Amerîka tu carî nahêle rejîma Sûriyê nêzîkî hêzên me yên li Rojavayê Kurdistanê bibe, eger were pêş, me ew agahdar kirine ku wê encama wê xerab be.”

Herî dawî James Jeffrey diyar kir: “Tevî pêwendiyên me yê hevbeş, Amerîka ji sala 2019an ve Tirkiye agahdar kiriye ku nabe tu gaveke serbazî li Rojavayê Kurdistanê encam bide. Agirbesta ku hatiye kirin, heta niha aktîv e. Li gor hevtêgihîştina me, nabe Tirkiye were pêş û eger were pêş, wê Amerîka hêrs bibe.”