Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê: Peyama Barzanî bo 4 parçeyên Kurdistanê cihê keyfxwesiyê ye!

10 October 2019 13:26 0 dîtin
Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê: Peyama Barzanî bo 4 parçeyên Kurdistanê cihê keyfxwesiyê ye!

PeyamaKurd -  Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê li herêma Kurdistanê piştevaniya partiya xwe bo helwêstê Serok Barzanî ragehand.

Nûnerê HDPê li herêma Kurdistanê Abîd Îke ragihand, peyama Serok Barzanî pir girîng bû, ji ber Trump dixwest babetê bixe çarçoveya pare û deyndariyê ve, lê Barzanî jê re got, xwîna gel ji pereyên giringtir e.’’

Herwiha bibîranî ku, “Dema pêwîstbû Barzanî Pêşmerge şand Kobanê, îro jî em dibînin daxwaz ji Rûsyayê dike pişta kurdan bernede.”

Abîd Îke diyar kir, Serok Barzanî di asta navnetewî de xwedî pêgehe û lê tê guhdarkirin, ji ber wê jî “Em daxwaz dikin banga Barzanî ya aştiya navçeyê bê bilind kirin.”

Nûnerê HDPê aşkera kir, peyama Serok Barzanî li bakurê Kurdistanê jî dengdanekî wê yê zêde hebûye û nav xelkê û çapemeniyê û torên civakî de jî pêşwazî lê hatiye kirin û got: “Xelkê Bakurê Kurdistanê piştevaniya berfireh li peyamê kir û cîhê keyfxweşiyê bû bo her çar parçeyên Kurdistanê.”