Jeffrey: Kurd li Tirkiyê parçe bûne û Erdogan dengên wan distîne
PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de James F. Jeffrey di panela "Sedsaliya Tirkiyê: 100 Sal Piştî Împeratoriya Osmanî" ya Duyemîn Foruma Hewlêrê ya “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” de axivî.
Jeffrey li ser têkiliya Tirkiye û Kurdan diyar kir ku ji bo Tirkiye û Kurdan sempatiya wan heye û got: “Têkiliya Tirkiyê bi Kurdan re aloz e. Kurd li Tirkiyê parçe bûne û Erdogan ji %30 heta %35 dengên wan bi dest xistiye piştî partiyên Kurdî.”
James Jeffrey di panela ku bi moderatoriya Mamosteyê Beşa Pêwendiyên Navdewletî li Zanîngeha Kurdistan Hewlêrê Mihemed Şerîf hat birêvebirin de got: “Tirkiye bi pirsgirêkan û heta radeyekê ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Herî mezin jî ev in; Îran ku dixwaze bibe hegemon û Rûsya ku dixwaze bibe hegemona cîhanî. Em dibînin ku carê li Lîbyayê ye, pirsgirêkên wê bi Yunanistanê re jî hene. Tirkiye wekî welatek, wekî çandek li gorî sedsala 19an difikire û tirsa wê ne ew e ku çend leşkerên Yûnanistan li giravekê hebin.”
Jeffrey bibîr xist, Tirkiye ne tenê xwediyê duyemîn hêza leşkerî ya NATOyê ye, di heman demê de dizane wê çawa bi kar bîne.
Herwiha bal kişand ser têkiliya Tirkiyê ya bi Ukrayna û Rûsyayê re û destnîşan kir: “Tirkiye hevkar û hevbeşê me ye, lê ji aliyekî ve alîkariya Ukraynayê dike û ji aliyê din ve jî bi Rûsyayê re bazirganiyê dike. Tirkiye li hember Rûsyayê gelekî bi tolerans bû.”
James F. Jeffrey li ser şerê PKKê û Tirkiyê jî got: “Me rê da ku Tirkiye tundtir rûbirûyê PKKê bibe. Tirkiye hewl dide aramiya xwe biparêze.’’
Jeffrey li ser hebûna Amerîka ya li Rojhilata Navîn got: “Min bi kêfxweşî dît ku helîkopterên Amerîkayê li Hewlêrê difirin. Em hîn li Hewlêrê ne, li Bexdayê ne, Sûriyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin