Jeffrey li Stenbolê bi serokê opozîsyona Sûriyê re civiya
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ji bo danûstandinên Sûriyê şevê din gihîşt bajarê Stenbolê yê Tirkiyê.
Jeffrey yekem hevdîtina xwe li otêleke navçeya Beşîktaş a Stenbolê bi nûnerên opozîsyona Sûriyê re pêk anî ku Tirkiye piştevaniya wan dike.
Li gorî zanyariyan Jeffrey bi serokê opozîsyonê Nasir el Herîrî û heyeteke din a opozîsyonê re civiya. Derbarê naveroka hevdîtinan de ti agahî nehatin belavkirin.
Biryar e Jeffrey û heyeta Amerîkî ya ligel wî derbasî Enqerê bibin û li wir jî derbarê rewşa Sûriyê û hevdîtinên komîteya destûrê yên Cenevê de hejmarek civîn pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin