Ji Almanya bo herêma bi ewle 2500 lesker
PeyamaKurd- Wezîra bergiriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Krarrenbauer, got ku ew amade ne bo Rojava bo herêma bi ewle 2500 leşker bişînin. Teklîfa wezîra Almanya ya bergiriyê di malpera Spiegel Online de hat belavkirin. Artêşa Almanya bo herêma bi ewle ya li bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) amade ye ku 2500 leşkeran bişîne û li gor planê; wê herêmê bikin beş bi beş. Her beş wê 40 km dirêj be û 30 km fireh be.
Almanya amade ye ku rêvebiriya yek ji wan beşan ku divê ji hêzên navdewletî pêk bê, bigre ser milên xwe. Ji bo vê yekê 3 tabûrên ku şiyanên wan bilindin dê bên şandin. Bi sedema îhtîmala operasyonan behsa paketeka bi temamî têkirin. Wê di nav tabûran de, yekîneyên keşfê, yekîneyên tîmên taybet, tankên bi teker yên Boxer, sîlihên giran, topên obus, yekîneyên îstîhkamê û yekîneyên ku mayîna paqij dikin hebin.
Artêşa Almanya difikire ku balafirên Tornado yên keşfê û balafirên şer yên Eurofighter bo operasyonan bikarbîne. Lê pêdiviya artêşa Almanya bi helîkopteran û bi tesîsatên sihhî hene. Ew leşkerên ku bên wezîfedarkirin, pir caran wextê wan bê sînore lê dibe ku ev wext bo operasyona Sûriyê bo 2 salan bê sînorkirin.
Wezîrê karên derve yê Almanya bo vê mijarê rexne li wezîra bergiriyê kiribû û dibe ku ev bersiva wezîrê derve be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin