Ji Amerîka daxuyaniya endamtiya NATO ya Swêdê…
PeyamaKurd – Di demeke ku hîn Tirkiye û Macaristanê endamtiya NATO ya Swêdê pesend nekiriye de, rêveberiya Washingtonê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Swêd şirîkê berevaniyê yê NATOyê ye û bi beşdariya Swêdê wê hevpeymana NATO hîn xurtir bibe.
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan bi Swêdê re peymana hevkariya parastinê hatiye îmze kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev peyman dê rê bide her du welatan ku hevkariyên xwe yên ewlehiyê yên nêzîk berfireh bikin, di operasyonên ewlehiyê yên piralî de hevkariyê zêde bikin û bi hev re ewlehiya transatlantîk xurt bikin.”
Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir, “Endamtiya Swêdê dê parastina me ya kolektîf xurt bike û çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêma Ewropa-Atlantîk zêde bike.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê û Macaristanê hêj endamtiya NATO ya Swêdê li parlamentoyên xwe pesend nekirine. Tirkiyê meha Nîsanê endamtiya Finlandiyayê pejirandibû lê ya Swêdê hîn li parlamentoyê neçûye ber dengdanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin