Ji Amerîka daxuyaniya HSDê: Hevpeymaneke bihêz û bi bandor e!

10 March 2022 17:09 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya HSDê: Hevpeymaneke bihêz û bi bandor e!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, daxuyanî da û ragihand, HSD li Sûriyê hevbeşekî wan ê bihêz û bi bandor e.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pêwendiyên ligel HSDê yên rêveberiya Washingtonê behsa rol û bandora HSDê di rûbirûbûna gef û hilweşandina şaneyên nihênî yên DAIŞê de kir û got: “HSD hejmarek êrîş li ser pêgehên DAIŞê pêk anîne û hejmarek sîxûrên DAIŞê desteser kirine û kuştine, ji wan jî emîrên berê yên aborî û tendirustî yên wê rêxistinê girtine û gelek torên qaçaxçîtiyê hilweşandine.”

Li gorî nûçeya Rûdawê wî berdevkî gotiye, plana Biden ji bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata HSDê de heye ku wan ji cezayên Qeyser bibexşîne û diyar kiriye, niha ti tiştekî nû nîne ku em di vê mijarê de ragihînin.

Hêjayî gotinê ye, medya Amerîkî ragihandiye ku dibe rêveberiya Biden biryarê bide ku herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji cezayên qanûna Qeyser werin derxistin.