Ji Amerîka daxuyaniya HSDê: Heta têkçûna bi temamî ya DAISê...

15 July 2020 14:47 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya HSDê: Heta têkçûna bi temamî ya DAISê...

PeyamaKurd - Berpirsekî Amerîkî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hevkarîya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di têkoşîna dijî terora DAIŞê de ragihandiye ku wê Amerîka heta DAIŞê bi temamî têk bibe ligel HSDê kar bike.

Berpirsê Amerîkî diyar kiriye ku Serokê Amerîka Donald Trump û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji bo nehêlin DAIŞ ji nû ve xwe birêxistin bike, cidî ne.

Wî berpirsê Amerîkî ku medya Amerîkî navê wî nedaye gotiye, heta ew bi temamî têkçûna DAIŞê misoger bikin, ew dê bi HSDê re bixebitin.

Herwiha Berpirsê Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li Enqerayê jî kiriye ku li gorî agirbesta 23ê Cotmehê tevbigere û êrîşan nebe ser herêmên Rojavayê Kurdistanê.