Ji HSDê daxuyaniya 200 TIR alîkariyan: Amerîka baregehên nû ava dike

14 June 2019 18:09 0 dîtin
Ji HSDê daxuyaniya 200 TIR alîkariyan: Amerîka baregehên nû ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi Pêşengiya Amerîkayê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re 200 barhilgirên din alîkariyên leşkerî û lojîstîkî şandine.

Berpirsekê HSDê ku navê xwe nedaye ji medyayê re da xuyakirin, “Amerîkayê çekên giran, wesayîtên zirxî û hejmarek pîkab şandin. Herwiha ji bo avakirina baregehên nû yên leşkerî blokên betonê şandin.”

Rayedarê HSDê diyar kir ku dê Amerîka li Dêrazorê û Hesekê baregehên nû ava bike û li ser rêya anîna wan alîkariyan jî got, “Sewqiyat bi ser deriyê sînorî yê Sêmalka ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ye hatiye kirin. Ji wir jî TIRan barê xwe li navendên HSDê yên herêma Kobaniyê vala kirine. Dê alîkariyên Amerîkayê berdewam bikin.”