Ji Asayîsa Rojava daxuyaniya teqîna Qamislo...
PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Rojava debarê teqîna îro ya li Qamişloyê daxuyanî da. Asayîşê ragihand ku piştî bidawîkirina lêpirsînê dê encamên wê ji raya giştî re werin parvekirin.
Li gorî daxuyaniya Asayîşa Hundirîn a Rojava di teqîna li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo de endamekî asayişê canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Asayîşê da zanîn ku êrîşa bombeyî îro di saet 08:35an de bi otomobîleke bombebarkirî li taxa Erbewî hatiye kirin û hat gotin: “Êrîşa bi otomobîleke bombebarkirî ku peymangeheke perwerdeyê kir armanc, tê de endamekî hêzên me gihîşt şehadetê û 2 kesên din jî bi sivikî birîndar bûn.”
Hat ragihandin ku hêzên asayişê hemû delîl kom kirine û dest bi lêpirsînê kirine û piştî bidawîkirina lêpirsînê dê encamên wê ji raya giştî re bên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin