Ji ber baranê, li Pakîstanê bi sedan kes mirin

29 August 2022 00:31 0 dîtin
Ji ber baranê, li Pakîstanê bi sedan kes mirin

PeyamaKurd- Ajansa Rêveberiya Karesatên Xwezayî ya Pakîstanê (NDMA) ragihand ku ji ber baranên musonê yên ku ji 14ê Hezîranê ve dibarin, 1061 kesan canên xwe ji dest dane û bi sedan kes birîndar in.

Hat ragihandin ku ji ber van baranên bi bandor, di nav 24 saetên dawî de 28 kesan canên xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyên ku ji aliyê NDMAyê ve hatin eşkerekirin, ji 14ê Hezîranê bi vir ve 1061 kesan canên xwe ji dest dane û 1575 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daneyan, ji ber van barînan, bi giştî 992 hezar û 871 malan zerar dîtine û 727 hezar û 144 ajal jî telef bûne. Bi berdewamî hat diyarkirin ku nêzîkî 33 milyon û 46 hezar kes di bin bandorê de mane û 498 hezar û 442 kes jî di konên alîkariyê de dijîn.