Bi sedan masî di çemê Derbendîxanê de mirin

06 August 2021 11:35 0 dîtin
Bi sedan masî di çemê Derbendîxanê de mirin

PeyamaKurd – Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Emîd Hêmin Kemerxan diyar kiriye, li qezaya Derbendîxanê bi sedan masî mirine û sedema wê jî nayê zanîn.

Emîd Hêmin Kemerxan daye zanîn, roja Pêncşemê bi sedan masî di çemê Derbendîxanê de mirine û ji bo zanîna sedema mirina wan lêkolînan destpê kiriye.

Herwiha Emîd Hêmin Kemerxan destnîşan kir, heta niha sedema kuştina masiyan nema tê zanîn û masiyên mirî ji bo bêtariya Silêmaniyê hatine şandin.