Li Rûsyayê ji ber bendava Çemê Uralê bi sedan xanî di bin avê de man

06 April 2024 15:01 0 dîtin
Li Rûsyayê ji ber bendava Çemê Uralê bi sedan xanî di bin avê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Orskê yê herêma Orenbûrg a Rûsyayê duh êvarê beşek ji bendava li ser çemê Ûralê hilweşiya. Li herêma ku 4 hezar û 258 xanî lê hebûn, ji ber lehiyê nêzî 11 hezar kes asê man.

Li herêmê xebatên tehliyekirinê dewam dikin, li herêmên ku ji lehiyê bandor bûne asta avê heta 4 metreyan bilind bû. Ji ber lehiyê zêdeyî 2 hezar û 400 xanî di bin avê de man. Hat diyarkirin ku zêdeyî 4 hezar û 200 kes ji herêmê hatin tehliyekirin, li 31 taxan 47 pir û 106 rê li çûn û hatinê hatin girtin. Li herêmê ceryana 12 taxan hat qutkirin. Li gorî agahiyên ji rayedarên lezgîn ên Orenbûrgê hatin wergirtin, li herêmê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Awarte, xebatên ji bo rizgarkirin û sererastkirina bendavê dewam dikin. Herwiha hat diyarkirin ku metirsiya bi temamî hilweşîna bendavê heye û rayedaran ragihandin ku ava çemê Ûralê ber bi asta xetereyê ve diçe.