Li Rûsyayê xwepêsandan: Bi sedan kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Li Rûsyayê bi hinceta pêkanîna hilbijartinên azad bi deh hezaran kes daketin kolanan û li dijî hikûmetê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Li gorî zanyariyan, di xwepêşandanan de bi sedan kes hatin binçavkirin.
Bi deh hezaran kesên li paytextê Rûsya Moskowê li hev kom bûn û meşiyan. Girseya xwepêşander li dijî astengkirina tevlîbûna hin namzetan li hilbijartinên xwecihî yên 9ê Îlonê yên li Rûsyayê çalakiyên protestoyî li dar xistin.
Li gorî ragihandina mûxalîfan derdora 50 hezar kes tevlî xwepêşandana li Moskowayê bûn.Polîsê Moskowê jî diyar kir ku 20 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûne.
Tevî Moskowayê li bajarên St. Petersburg û Rostov-na-Donu jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Li paytexta Rûsyayê Moskowê di xwepêşandanê de herî kêm 135 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku tevî bajarên din bi giştî 275 kes hatin binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin