Di xwepêsandanên li Silêmaniye û Helebçe gelek kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li ser banga Tevgera Nesla Nû (Newey Nwê) li bajarên Silêmaniyê, Ranya û Helebçe gelek kes tevlî xwepêşandanan bûn gelek kes hatin binçavkirin. Newey Nwe ragihand ku 7 parlementer û 35 çalakvanên wan hatine binçavkirin. Xwepêşandan li ser banga serokê Tevgera Nesla Nû Şasuwar Abdulwahid ku ‘zêdebûna bihayê benzînê’ û ‘bihabûna jiyanê’ protesto bikin hatin kirin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihandiye ku li Silêmaniyê hêzên ewlehiyê li hemberê çalakvanan bomba rondikên çavan bikaraniye û gelek kes jê bandor girtine. Rûdaw her weha ragihand ku gelek kes hatine binçavkirin.
Tevgera Nesla nû ragihand ku 7 parlementerên wan xistine binçav. Tevger di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand bi giştî di tevgeran de 7 parlementer û 35 endamên partiya wan xistine binçav. Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku ji parlementeran Bedriye İbrahim, Viyan Abdulaziz, Rêbwar Abdulrahman, Omîd Muhammed, Mujde Mahmud, Aryan Tawgozî û Mofeq Huseyin hatine binçavkirin.
Metro Center a mafên rojnamevanan diparêze ragihandiye ku 11 rojnamevan xistine binçav. Rêvebirê Centerê Rehman Xerîb bo Rûdawê gotiye ku li Silêmaniyê, Hewlêr û Duhokê di nav 24 sietan de 11 rojnamevan hatine girtin. Xerîb weha got:
“Em weka Metro Center dixwazin rojnamevanên binçavkirî serbest bên berdan û hêzên ewlehiyê aşkera avêtine ser mal û ofîsên rojnamevanan. Li seranserê Iraqê mafê li gor destûra Iraqê maf heye ku hemwelatiyên Iraqê çalakiyan bikin lê em şiddetê naxwazin.”
Komîta ewlehiyê ya Silêmaniyê: Komîte ragihand mijarê weha ragihand:
“ Di nav sînorê bajarê Silêmaniyê de ti parlementer an rojnamevan nehatine binçavkirin. Ji bo aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê tenê tedbirên qanûnî hatine girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin