Ji ber nebûna rêyeke rasterat Ewropa nikare alîkariyan bigihîne Rojavayê Kurdistanê!
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) beriya niha soza dayîna alîkariyên mirovî dabû Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber nebûna rêyeke rasterast ew nikarin alîkariyê bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser.
Komîsyona Yektîya Ewropayê, ji 130 milyon Euro alîkariyên mirovî bo Sûriyê, ji sedî 20ê wê bo Rojavayê Kurdistanê terxan kiriye ku ew jî dike 26 milyon Euro.
Lê belê ji ber ku deriyên Sûriyê ji ber vetoya Rûsya û Çînê ji alîkariyên navdewletî re hatine girtin, YE jî diyar dike ku ji ber nebûna rêyeke yekser ew niha nikarin alîkariyan bigihînin.
Li aliyê din Brîtanyayê banga vekirina deriyê Til Koçerê li rejîma Sûriyê kiriye ku hîn ti bersivek nehatiye dayîn.
Di nav alîkariyên ku bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin de, alîkariyên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê jî cî digirin.
Li gorî nûçeya The Brussels Timesê hemû alîkariyên YE yên ji bo herêmên Rêveberiya Xweser bêne şandin ji pêdiviyên sereke pêk tên û wê bi rêya ajansên NY û rêxistinên civaka sivîl ên navdewletî werin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin