‘Yekîtiya Ewropa niha nikare derziya korona ji welatên hejar re bexs bike’

22 March 2021 01:34 0 dîtin
‘Yekîtiya Ewropa niha nikare derziya korona ji welatên hejar re bexs bike’

PeyamaKurd – Seroka Komîstiya Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, ragihand ku YE ji ber hin pirsgirêkên teknîkî yên peydekirina derzîya koronayê niha di wê rewşê de ye derzîyên koronayê bo welatên hejar bexş bike.

Leyen ji medya Almanya re daye xuyakirin ku li ser welatên endamên YEyê fişareke zêde heye ku niha derziyê tenê ji bo xwe bikar bînin û diyar kir, niha ji ber pirsgirêkên dabînkirina derziyên koronayê nikarin bo welatên hejar bexş bikin.

Von der Leyen herwiha daye zanîn ku Yekîtiya Ewropayê ji hêla darayî ve alîkarî daye bernameya COVAX a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û gotiye, “YEyê 2,2 milyar euro (2,6 milyar dolar) alîkar da. COVAXê ji niha ve 52 milyon derzî belav kirine.”