Ji Yekîtiya Ewropa biryara karta derziya korona bo Tirkiye û du welatên din
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa (YE) biryar da, kartên derzîya korona yên 3 welatan ji bo geştê qebûl bike ku Tirkiye jî di nav wan welatan de ye.
Komîsyona YEyê ragihandiye, biryar hatiye dayîn ku li welatên Yekîtiya Ewropayê kartên pênaseya derzîlêdana Covid-19 yên Tirkiye, Makedonya û Ûkraynayê werin qebûl kirin û biryar ji 20ê Tebaxê ve dikeve pratîkê.
Bi vê biryara YEyê re êdî welatiyên wan her sê welatan wê bi kartên lêdana derziyên Covid-19 bikarin bêyî karantînayê serdana welatên ewropî bikin ku ji bo geştan jî hêsankarî çêdibe.
Li gorî biryarê divê kesên serdana welatên ewropî bikin, karta lêdana derziyên BioNTech-Pfizer, Moderna, AstraZeneca û Johnson and Johnson hebe û li ser lêdana doza dawî jî 2 hefte derbas bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin