Ji ber qaynaxê agir bi giya ket û bi firehî belav bû
PeyamaKurd – Li navenda bajarê Semsûrê (Adıyaman) li taxa Altinşehîrê kesekî dema qeynaxê dikir, çirûska ku ji qeynaxê derket, ket nava giya û agir bi giya ket.
Şewat di wextekî kurt de belav bû û ber bi rêvebiriya Zankoya Semsûrê de ber bi daristanê de belav bû.
Tîmên îtfaiyê yên şaredariya Semsûrê (Adıyaman) û yên rêvebiriya daristanê mudaxeleyê şewatê kirin û bi zahmetî agir vemirandin. Ji ber vemirandina agir têr nake, niha dest bi cemidandina ciyê şewatê kirine da agir ji nûh de geş nebe.
Hindik mabû ku agir bikeve nava zanokoyê û xaniyên ku wezîfedarên zakoyê tê de dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin