Li Wêransarê agir bi santrala enerjiyê ket û li derdorê belav bû
PeyamaKurd – Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke ne diyar, agir bi santrala enerjiyê ket û ji ber ba li derdorê jî belav bû.
Li gor zanyariyan, li herêma pîşesaziya organîzeyê ya Wêranşarê, ji ber sedemeke nehat zanîn di santralekê de ku ji paşmayiyan enerjiyê berhem tîne, agir derket.
Herwiha li santralê ji ber bayê zêde, agir gur bû û li derdora santralê jî belav bû.
Piştî agahdarkirinê, ji navenda Rihayê û Mêrdînê gelek tîmên agir vemirandinê û tendirustiyê şandin cihê bûyerê.
Herî dawî agir piştî hewldaneke 4 saetan ji aliyê tîmên li cihê bûyerê ve hat kontrolkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin