Ji Bilinken daxuyaniya hevdîtinên ligel Tirkiyeyê...

07 January 2024 12:59 0 dîtin
Ji Bilinken daxuyaniya hevdîtinên ligel Tirkiyeyê...

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, derbarê hevdîtinên doh 6ê Çileyê yên li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hemkarê xwe Hakan Fîdan de axivî.

Antony Blinken da xuyakirin ku ew li ser gavên bo endamtiya NATO ya Swêdê bêne avêtin axivî ne.

Blinken di çarçoveya gera xwe ya çaremîn a Rojhilata Navîn de, li Yûnanistanê beriya derbasî Urdinê bibe li girava Girîtê ragihand, "Ez bi lîderên Yûnanistan û Tirkiyê re, li ser çawaniya nêzîktir kirina hevdu ya herdu welatan axivîm.”

Li ser şerê Xezzeyê jî da zanîn ku Tirkiyeyê amadehiya xwe bo bikaranîna têkiliyên xwe yên krîtîk bo kêmkirina pevçûnan aniye ziman.

Blinken herwiha destnîşan kir ku Îsraîl neçar e parastina xwe bike.

Serdana Blinken, piştî Urdinê bi Qeter, Îmarata Erebî, Erebistana Siûdî, Îsraîl Şerîaya Rojava û Misirê wê berdewam bike.