Swêd: Hevdîtinên ligel Tirkiyeyê dê hinek dirêj bibin
PeyamaKurd-Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson, li ser rewşa nerazîbûnên Tirkiyeyê yên li dijî endamtiya Swêd û Finlandiyayê axivî. Magdalena Andersson got ku ‘Hevdîtin ligel Tirkiyeyê tên kirin lê wisa xuya ye ku dê ev hevdîtin hinek dirêj bibin.’
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Swêdê TTê, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson di derbarê têkiliyên Swêd û Tirkiyeyê yên NATOyê de axiviye. Hat ragihandin ku Serokwezîra Swêdê gotiye, “Di demên nêzîk de hevdîtinên Swêd û Finlandiyayê dê bi Tirkiyeyê re çêbibin; dê hevdîtin bidomin lê belê dê hevdîtin hinek dirêj bibin.”
Andersson di dewama axaftina xwe de daye zanîn ku di dawiya hefteyê de wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinek kiriye û ev hevdîtin jî hevdîtineke xweş û erênî bûye.
Piştî pêvajoya serlêdana Swêd û Finlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gotibû ku “Mijarên têkoşîna bi terorê re jî di nav de heta ku welatên navborî bi Tirkiyeyê re li hev nekin û hevkariya xwe bi awayekî zelal diyar nekin, em ê bi awayê erênî nêzîkî endamtiya wan nebin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin