Swêd: Berpirsê hevdîtinên bi Tirkiyeyê re neguherî
PeyamaKurd- Serokê Partiya Muhafazakar Ulf Kristersson ku erka damezirandina hikûmeta nû ya Swêdê girtiye, ragihand ku dê berpirsê hevdîtinên navbera Tirkiye û Swêdê yên li ser endamtiya NATOyê, heman kes e.
Piştî hilbijartinên giştî ku di 11ê Îlonê de li Swêdê hatin kirin, berpirsê nû yê hikûmetê Ulf Kristersson, li ser hevdîtinên navbera Swêd û Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya NATOyê axivî.
Kristersson da zanîn ku ev hevdîtin, bi awayekî cidî dewam dikin û bal kişand ser erkdariya nû ya li ser hevdîtinên bi Tirkiyeyê re û got,
“Ji ber ku li Swêdê hilbijartin hatin kirin, pêşveçûnên cîhanê ranawestin. Mijara NATOyê, wekî ku beriya hilbijartinan girîng bû, îro jî girîng e. Heta dawiya hevdîtinan jî dê ev mijar girîngiya xwe biparêze.
Baweriya min bi sekreterê Anderssons, Oscar Stenstrom gelek zêde ye. Min baweriya xwe bi destbikêriya wî ya rêberiya van hevdîtinan haniye.”
Di 28ê Hezîranê de li Lûtkeya Madridê; di navbera Swêd, Finlandiya û Tirkiyeyê de peymaneke sêalî hatibû destnîşankirin û li ser vê yekê hevdîtinên dîplomatîk bê navber dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin