'Ji bo astî, ewlehî û asayîsa herêmê kesayetekî gelekî girîng e'

07 April 2022 17:08 0 dîtin
'Ji bo astî, ewlehî û asayîsa herêmê kesayetekî gelekî girîng e'

PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter eşkere kir ku rayedareke Koşka Spî peyama Joe Biden a ji bo Serok Mesûd Barzanî gihandiye wî.

Dr. Elî Teter ku niha li Amerîkayê di serdaneke fermî de ye, li ser rûpelê xwe yê Facebookê ragihand, wî doh 6ê Nîsanê bi Berpirsa Asayîşa Netewî ya Koşka Spî ya Rojhilata Navîn Barbara Leaf re hevdîtinek kiriye.

Teter da zanîn, di hevdîtinê de, Barbara Leaf peyama Serokê Amerîka Joe Biden ya bo Serok Barzanî gihandiye wî û silavên xwe rê kirine.

Elî Teter got ku Biden di peyamê de gotiye, Serok Barzanî ji bo aştî, ewlehî û asayîşa herêmê kesayetekî gelekî girîng e.

Parêzgarê Duhokê da xuyakirin ku wan di hevdîtinê de, gufûgo li ser rewşa Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya Iraqê kirine û car din aliyê Amerîkî piştrast kiriye ku wê piştevaniya bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.