Pentagon: DAIS hê jî li herêmê metirsiyeke rastîn e

27 March 2024 10:03 0 dîtin
Pentagon: DAIS hê jî li herêmê metirsiyeke rastîn e

PeyamaKurd – Cîgira Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê hîn jî li herêmê metirsiyeke rastîn e.

Cîgirê Berdevkê Singh di bersiva pirsa K24ê de ragihand ku erkê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li Iraq û Sûriyê, misogerkirina têkşikandina DAIŞê ye.

Cîgirê Berdevkê Pentagonê amaje bi wê yekê kir ku hebûna wan li herêmê alîkariya têkbirina DAIŞê kir.

Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump Gabriel Soma beriya niha gotibû: “Iraqê bi fermî daxwaza vekişandina hêzên Amerîkayê nekiriye.”