Ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê jivaneke nû tê destnîsankirin
Peyama Kurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê û Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jivaneke n^destnîşan dikin.
Serokê Tîma Rojnamevaniyê ya Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl ragihand ku bi mebesta pêkanîna hilbijartinên gera şeşan a Parlamena Kurdistanê wê di çend rojên pêş de, şandeke bilind a komisyonê ji bo destnîşankirina jivaneka nû bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hilbijartinên gera şeşan a Perlamena Kurdistanê 25ê Sibata 2024an destnîşan kiribû, lê dûre skalayeka dijî qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê amadekariyên Komisyonê ji bo hilbijatinan rawestandibû.
Ew skala li dijî pênc madeyên qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibû tomarkirin ku girêdayî hejmara kursiyên parlamenê, yekbazineyî û pirbazineyî yên hilbijartinan û hejmarên kursiyên kotayî yên Parlamena Kurdistanê bûn û ji aliyê Serokê Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve di Gera Pêncan a Parlamena Kurdistanê de hatibûn tomarkirin.
Di 27ê Kanûna 2023yan de, Dadgeha Federal a Iraqê, cara heftan biryar da û heta 21ê Çileya 2024an bi paş xist.
Îmad Cemîl teqez kir ku ji ber ku Dadgeha Bala ya Federal a Iraqê zêdetirî heft caran biryardana li ser wê skalayê paş xistiye, nekaribûye ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê amadekariyan temam bike û loma jî daxwaz kiriye ku jivaneke nû ya hilbijartinan bê destnîşankirin.
Tê gotin ku Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bi daxuyaniyeke fermî ji berpirsên Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku pirsgirêka aborî heye û Hikûmeta Iraqê ew pereyê ku biryar e ji bo hilbijartinan xerc bike wekî pêdivî dabîn nekiriye, loma nikaribûye piraniya rêkaran temam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin