Ji bo Sêrtê û 2 navçeyên wê qeyûm hatin erkdarkirin
Peyamakurd - Ji bo şaredariya bajarê Sêrtê û 2 navçeyên wê Qubîn û Hawêlê yên di destê HDPê de qeyûm hatin erkdarkirin. Danê sibehê gelek polisan derdora şaredariyê dorpêç kirin.
Li şuna hevşaredarên Sêrtê bajarê Sêrtê Berivan Helen Isik û Peymandara Turhan û şaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û şaredarê Qubîn Baran Akgül û Esmer Baran waliyê Sêrtê qaymeqamên wan navçeyan Wekî qeyûm hatin erkdarkirin.
Hevşaredarên HDPyî Berivan Helen Işik, Ramazan Sarsilmaz û Baran Akgul hatin desteserkirin.
Ji aliyê din ve hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş bi hinceta lêpirsînekê hat desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha 3 jê bajarên mezin bo 43 şaredariyên HDPê qeyûm hatine erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin