Ji Çavusoglu name bo Serok Barzanî: Hêza sînor ya Iraq û Pêsmerge qebûl nekin!

18 August 2019 09:42 0 dîtin
Ji Çavusoglu name bo Serok Barzanî: Hêza sînor ya Iraq û Pêsmerge qebûl nekin!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi nameyekê ji Serok Mesûd Barzanî daxwaz kiriye Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştgiriyê nede avakirina hêza parastina sînoran a ji aliyê Iraq û Pêşmerge ve were avakirin.

Li gorî îdiaya malpera Peyserê Mevlut Çavuşoglu nameyek ji Serok Mesûd Barzanî re şandiye.

Di nameya ku bi şanenava Çavuşoglu hatiye şandin de, tê îdiakirin ku hatiye gotin, bila PDK ji bo parastina sînoran destûrê nede avakirina hêzeke bi hevbeşiya hêzên Iraq û Pêşmerge were avakirin.

Di nameyê de herwiha hatiye diyarkirin ku heger hêzeke ji hêzên Iraq û Pêşmerge li sînorên Tirkiye-Iraqê bê danîn, dê liv û tevgera leşkerên Tirk li ser wan sînoran asteng bike.