Ji Çînê banga astiya mayînde ji bo Îsraîl û Filîstînê...

22 October 2023 17:02 0 dîtin
Ji Çînê banga astiya mayînde ji bo Îsraîl û Filîstînê...

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi di pêwendiya telefonî ya ligel hempîşeyê xwe yê Maleziyayê Zambry Abdul Kadir re de, li ser şerê Hamas û Îsraîlê û kêşeya Filîstînê daxuyanî dan.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezerate Derve ya Çînê Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi, bal kişand ser aştiya mayînde û banga lihevkirinê li herdu aliyan kir û xwest, nirxandinên xwe yên jeopolîtîk bidin aliyekî daku lihev bikin.

Herwiha Vang Yi diyar kiriye ku ew piştgiriya didin daxwazên rewa yên welatên Ereb û Îslamê di mijara Filîstînê de û gotiye, ew li dijî her cûre êrîşên dijî sivîlan û binpêkirina hiqûqa navnetewî ne.

Vang daye zanîn ku tekane rêya bidawîkirina pevçûnan çareseriya du dewletî ye û pêwîste hebûna du dewletên Filîstîn û Îsraîlê yên ligel hev bi aştiyane bijîn were dabînkirin.