Ji Çînê daxuyaniya ketina balafira sivîl: 132 kes tê de hebûn, em sok bûn!

21 March 2022 18:07 0 dîtin
Ji Çînê daxuyaniya ketina balafira sivîl: 132 kes tê de hebûn, em sok bûn!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Adarê balafireke sivîl a rêwîyan li Çînê ketiye û 132 kes jî tê de hebûn.

Piştî ketina balafirê Serokê Çînê Xi Cinping li ser bûyerê got, “Em şok bûn” û diyar kir, wî ferman daye tîmên agirvemirandin û rizgarkirinê ku hemû hêza xwe bikar bînin daku nasnameyên rêwîyan û sedemên bûyerê di zûtirîn demê de were zelalkirin.

Îro Duşemê berî nîvro rayedarên Çînê eşkere kirin ku balafireke sivîl a cûreya Boeing 737 ku 132 kes tê de bûn li herêma Guangxi ya li başûrê welat keiye û li gorî texmînên wan ti kes ji wan rêwiyan nefilitî ye.

Îdareya Hewayî ya Sivîl a Çînê jî ragihandiye ku di balafirê de 123 rêwî û 9 jî personel hebûn û li herêma Xweser a Guangxi Cuang ji ber sedemeke hîn nehatiye zanîn ketiye.