Ji Erdogan biryarên nû yên tayînkirinê!

02 August 2023 11:01 0 dîtin
Ji Erdogan biryarên nû yên tayînkirinê!

PeyamaKurd – Bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, biryarnameya tayînkirina midûrên polîsan hat parvekirin.

Bi biryara ku bi îmzeya Erdogan hat weşandin, li Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 83 tayîn hatin kirin.

Li 52 parêzgehan midûrên polîsan hatin guhertin, midûriyetên 24 parêzgehan jî vekişiyan Midûriyetê.

52 parêzgehên ku Midûrê Emniyeta wan hatiye guhertin wiha ne:

Düzce, Bartın, Zongûldak, Mûğla, Antep, Îzmir, Kirikkale, Samsûn, Erzirom, Denizli, Rîze, Ankara, Bolû, Konya, Karaman, Maraş, Manîsa, Bûrsa, Balikesir, Baybûrt, Gumuşhane, Kocaelî, Yab Adiyaman, Afyonkarahîsar, Agri, Erdexan, Artvîn, Bîlecîk, Bîngol, Bedlîs, Çanakkale, Çorûm, Edîrne, Elezîz, Colemêrg, Hatay, Isparta, Karabuk, Qers, Kirklarelî, Kirşehîr, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Osmaniye, Riha, Ûşak, Yozgat.