Ji Erdogan peyamên Esed, Kerkûk û Dêrazorê...
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dema vegera xwe ya ji serdana Rûsyayê ku li Soçiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re civiyabû, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan derbarê pêvajoya asayîkirina pêwendiyên ligel Sûriyeyê, şer û aloziyên li Dêrezorê û bûyerên Kerkûkê de daxuyanî dan.
Erdogan: Esed gavên pêwîst navêje, ji trîbûnê temaşe dike!
Erdogan got ku wan heta niha helwesteke erênî ji rêveberiya Serokê Sûriyeyê Beşar Esed nedîtiye diyar kir, Esed derbarê asayîbûnê de gavên ku di formata Tirkiye-Rûsya-Îran-Sûriyeyê de têne avêtin ji dûr ve ji trîbunê temaşe dike.
Erdogan got: “Têkoşîna li dijî terorê, pêvajoya siyasî, vegera bi ewle û bi rûmet a penaberan di civîna çar wezîrên derve de (Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriye) bi berfirehî têne gotûbêjkirin. Eger di van mijaran de pêşketin çêbibin, dibe ku têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re asayî bibin.”
Erdogan: Piştî daxuyanîyên li Îranê yên Hakan Fîdan rewşa Kerkûkê aramtir dibe
Li ser mijara Kerkûkê Erdogan ragihand ku geşedanên vê dawî yên li Kerkûkê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û yekîneyên îstixbaratê ve ji nêz ve têne şopandin, li Kerkûkê di encamê de ji îro pê ve rewş aram e û ew mijarê ji nêz ve dişopîne û got: “Min ji Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re got mijarê ji nêzîk ve bişopînin. Bi malbata Barzanî û Sûdanî re hevdîtin hatin kirin. Doh jî piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan ên li Îranê rewş aramtir diyar dibe. Ji bo aştî û aramiya Kerkûkê têk neçe divê ji çalakiyên ku dibin sedema têkçûna Kerkûkê dûr bê sekinandin. Warê Tirkmenan Kerkûk erdnîgariyek e ku bi sed salan e çandên cuda di nav aştiyê de bi hev re dijîn. Em rê nadin aramî û yekbûna vê erdnîgariyê têk biçe.”
Erdogan: Helwesta eşîrên erebên Dêrazorê têkoşîneke rûmetî ye
Li ser şer û pevçûnên li Dêrezorê jî Erdogan got: "Ji bo kontrola petrola li Dêrezorê rêxistina terorê dikare her qetlîamê bike. Di vê mijarê de me hişyariyên xwe yên hewcedar dane dewletên mixatab û em didin.
Eşîrên Ereb dixwazin li axa xwe xwedî derkevin. Eşîrên Ereb xwediyên rastî yên wê derê ne. PKK û YPG ne xwediyên wê derê ne. Helwêsta eşîrên Ereb a li dijî PKK û YPGyê tekoşîneke rûmetî ye û hem neteweyî û hem jî xwecihî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin