Ji Esed daxuyaniyên girîng: Em ji hevkariya Tirkiyê û hevdîtina Erdogan re...
PeyamaKurd – Nivîskarê Rojnameya Aydinlikê Mehmet Yuva di nivîsa xwe de diyar kir, Esed gotiye ku ew ji hevkariya bi Tirkiyê re vekirî ne û Sûriye dikare bi Erdogan re jî hevdîtinê bike.
Mehmet Yuva got ku Serokê Sûriyê Beşar Esed 8ê Gulanê bi rojnamevanan re civîneke taybet li dar xistiye û derbarê Tirkiyê de jî daxuyanî dane.
Li gor veguhestina nivîskarê tirk, Esed derheqê Tirkiyê de wiha axivî ye:
“Tirkiye welatekî girîng e û em ji hevkariya Tirkiyê re vekirî ne. Heger li gorî berjwendiyên Sûriyê be ziyanê li serweriyê neke, Sûriye dikare bi Erdogan re jî hevdîtinê bike. Em bi aliyê tirk re tenê bi ser Rûsya û Îranê ve hevdîtinan dikin. Hevdîtina herî girîng Kesabê (Deriyê sînor ê Hatayê) pêk hat. Heyeta Sûriyê li Tehranê bi Serokê Îstixbaratê (MÎT) Hakan Fîdan re civiya. Serbazên Tirk ji bo welatê me ji siyasetmedarên tirk hestiyartir in. Di hikûmeta Erdogan de, li ser mijara Sûriyê nakokiyên cidî hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin