Sêwirmenda Esed: Baweriya me bi ti daxuyaniyên Tirkiyê nayê!
PeyamaKurd - Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed Buseyna Şaban, li ser daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê yên derbarê asayîkirina têkiliyan û destpêkirina hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da û got, “Em baweriyê bi hemû daxuyaniyên Tirkiyê nakin, ji ber ku dûrî rastiyê ne.”
Buseyna Şaban ji televîzyona Al-Sharq a Misrê ku navenda wê li Stenbolê ye re axivîye û li ser mijarê gotiye: “Baweriya Sûriyê bi daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de nayê.”
Herwiha Şaban li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên 27ê Mijdarê ku gotibû, ‘çawa bi Misirê re me pêwendiyên xwe asayî kirine, em dikarin bi Sûriyê re jî asayî bikin’ wiha axivî:
“Gotinên Serokomar Erdogan ji bo bikaranîna medyayê bûn. Baweriya me bi hemû daxuyaniyên Tirkiyê nayê, ji ber tiştekî fermî nîne. Daxuyaniyên bi vî awayî çend meh in hene. Lê ji bo berjewendiyên xwe yan ji bo hilbijartinan an jî ji bo bikaranîn û zextên ser welatên din û kesên din in. Ji bo van daxuyaniyan planên wan hene û dûrî rastiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin