Sêwirmenda Esed: Heta ji axa me venekisin em bi Enqereyê re li ser masê rûnanên

26 September 2024 15:36 0 dîtin
Sêwirmenda Esed: Heta ji axa me venekisin em bi Enqereyê re li ser masê rûnanên

PeyamaKurd - Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê de banga destpêkirina danûstandinên navbera Tirkiye û Sûriyeyê dubare kir, Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed, Buseyna Şaban bersivê da Erdogan.

Buseyna Şaban di çarçoveya geşkirina pêwendiyên Sûriye û welatên kendavê yên Ereb ji nû ve geş bikin serdana Ummanê kir, di axaftina xwe ya ku geşedanên Rojhelata Navîn nirxand de, qala pêwendiyên Şam û Enqereyê jî kir.

Buseyna Şaban anî ziman ku ji ber Tirkiye naxwaze li ser mijara vekişîna leşkerên xwe ji Sûriyeyê nîqaşan bike, ew ê bi aliyê Tirkiyeyê re li ser masê rûnenên.

Şêwirmenda Esed got: "Tirkiye mijara nêzîkbûna Şamê ya ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Tirkiye dagirker e. axa me dagir kiriye û siyaseteke metirsîdar a tirkkirinê dimeşîne." 

Buseyna Şaban da zanîn ku Erdogan beriya hilbijartinên serokomariyê ji bo berjewendiyên xwe daxuyaniyên li ser nêzîkbûna bi Sûriyeyê re da û diyar kir ku li qadê tiştek neguheriye.

Şaban got, "Me ji wan re negot ku divê demildest vekişin, lê belê heta wek prensîb, vekişînê qebûl nekin, em ê li ser maseyê rûnenên."