Ji Muslim daxuyaniyên girîng: Gelo bi Tirkiyê re hevdîtinan pêk tînin?
PeyamaKurd – Rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyekî ve peywendiyên xwe yên bi Amerîkayê re didomîne, ji aliyê din ve jî bi dewletên din re ji bo dahatuya herêmê di nava hewildanên dîplomatîk de ye. Di van demên dawiyê de îdia hene ku kurdên Sûriyê bi Enqerê re car din peywendiyan datînin.
Berdevkê Partiya Yekitiya Demoktat (PYD) Salih Muslim ji Ahvalê re axiviye. Hevpeyvîna bi Salih Muslimî re hatiye kirin wiha ye:
‘HEVDÎTINÊN ME TINE NE LÊ NAVBEYNKAR HENE’
Salih Muslim dibêje ‘Bi Tirkiyê re hevdîtinên me tine ne lê navbeynkar hene’. Li gorî wî, vê gavê çareserî zehmet dixuyê. Berdevkê PYD diyar dike ku ji bo gotubêj dest pê bikin divê Artêşa Tirkiyê û hêzên tundrew ên girêdayî wê ji Efrînê derbikevin. Muslim destnîşan dike ku eger mijara Idlibê Efrînê neyê çareserkirin tu wextî çareserî pêk nayê. Ji bo destpêka vê pêvajoyê bi kêmanî divê ev pêk were, divê ev çete ji wir derkevin.”
Bi Enqerê re, çi bi rêya navbeynkaran û çi jî rasterast, tu hevdîtinên we hene gelo? Rewş çi ye niha?
“Bi Enqerê re hevdîtinên me yên rasterast nîn in. Birêz Jeffery (Nûnerê Taybet ê Amerîkayê) car caran tê û diçe. Ew hem ji vî aliyî re û hem jî ji wî aliyî re tiştinan dibêje. Demek berê li Enqerê bû. Dema tê vir, Bi Rêveberiya Xweser re jî hevdîtinan pêk tîne, ewqas. Ji vêya zêdetir tiştek tine.
Peywendiyeke rastrast an jî peywendiyeke bi rêya navbeynkaran tine ye. Bi tenê Jmaes Jeffery û tîma wî navbeynkariyê dikin. Ji hêleke ve Tirkiyeya ku hevpeymanekî NATOyê ye, ji aliyê din ve destkeftiyên Rojava û Bakurê Sûriyê hene, naxwazin van ji dest bidin. Ji ber berjewendiyên merîkayê navbenykariyê dikin.”
‘EM BI JAMES JEFFERY RE DI NAVA PEYWENDIYAN DE NE’
Hûn ji vê navbeykariyê memnûn in gelo?
Bêguman me jî şert û daxwaz hene û şert û daxwazên Amerîkayê jî hene. Heta ji dest me tê em dixwazin armancên xwe û daxwazên xwe pêk bînin. Eger şertên me werin cî em dê kêfxweş bibin. Ev hewildanek e. Bi rêya Amerîkayê birêve diçe. Welatên din jî hene di navê de. Em bi James Jeffery re di nava peywendiyan de ne. Em nizanin dê encamên wê çi bin lê tevgerek bi vî rengî heye, em qîmetê didin vê yekê. Em naxwazin ev jî têk biçe.”
Yanî hûn dixwazin ev navbeynkarî bidome?
Heta em bigihêjin encameke, em dixwazin berdewam bike.
‘JI BO ME MIJARA SEREKÎ EFRÎN E’
Ji bo vêya şertên we çi ne?
Dewleta Tirkiyê dewleteke dagirker e. Mijara Efrînê ye. Fişarên wan hene. Divê ji vêya vegerin. Şertên me Efrîn e. Çeteyên ku li Efrînê hatine bicîkirin hene, eger Tirkiye tevî van çeteyan ji vir derkeve dê hin tiştên bên kirin. Dagirkeriya Efrînê nayê qebûlkirin. Ji bo me mijara serekî ev e. Wekî merc, divê Tirkiyê vê bike. Divê Tirkiye tevî hemû çeteyên xwe ji Efrînê derbikeve. Hem tuyê dagîr bikî, hem tehdîd bikî, ev nayê qebûlkirin.”
Efrîn ji bo we xeta sor e?
(Dikene) Xeta sor hatin pêpeskirin, tu xetên sor nemane, hatiye dagîrkirin. Ev xeletî ye, divê wiha nekiribûya.
Hûn dixwazin Efrîn car din bikeve bin kontrola YPGê?
Li kêleka Efrînê Şehba heye. Mirovên ku ji cih û warên xwe hatine derxistin. Divê ew welatî vegerin malên xwe. Wekî din çete hene. Li gundan hatine bicîkirin. Ji Xûtayê, ji deverên din ev çete anîn û civandine ser hev û xistine Efrînê. Leşkerên wan hene û çeteyên wan. Divê ji wir vekişin, divê guherînin demografîk vegerin ser seyra berê. Efrîniyên ku ji cihên xwe bûne divê vegerin malên xwe, gundên xwe.
'JI BO MAYÎNDEKIRINA HÊZÊN LI WIR DÎWAR TÊNE LÊKIRIN'
Ji aliyekî ve jî li Efrînê dîwar têne lêkirin. Gelo ev dîwar ji bo çi têne lêkirin?
Di maweyekî dirêj de dixwazin Efrînê ji Sûriye cuda bikin. Ji bo mayîndekirin hêzên li wir dîwar têne lêkirin. Ji bo parastina wan çeteyan. Eger dîwar tine bin dê herkes veger malên xwe. Dibe ku gavêk be ji bo îlhaqkirina xaka Efrînê.
Cenabê te di sala 2014an de, di dema proseya aştiyê de serdana Enqerê kir û hevdîtinên cûr bi cûr pêk anîn. Lê dema ku pêvajoya aştiyê têkçû, ev hevdîtin jî qut bûn. Bi ya te çima Tirkiye têkiliyên xwe qut kirin?
Wê demê Tirkiyê xwest me bikşîne alîyekî. Meclisa Netewî ya Sûriye hebû. Xwestin me bikin binê wê sîwanê. Me jî hinek merc danîn ber wan. Me diyar kir ku em dixwazin bibin perçeyekî ji perçeyê şoreşa Sûriyê. Me ji Meclisa Netewî ya Sûriye xwest ku pirsa kurdî li Sûriyê qebûl bike. Lê me bi wan neda qebûlkirin.
Planên din ên Tirkiyê hene. Li dijî Tirkiyê me guleyek jî berneda, me xwest têkiliyên baş çêkin. Me qebûl kir ku bibin yek ji pêkhateyê Meclisa Netewî ya Sûriyê lê me xwest hebûna me jî bê qebûlkirin lê nexwestin qebûl bikin. Têkiliyên bi me re û Tirkiyê re bi dawî hatin. Piştî kurtedemekê jî bi devê dewleta tirk peyivîn em wekî ‘terorîst’ tawanbar kirin.
Serokomar (ê Tirkiyê) Recep Tayyip Erdogan heta çend berê peyam didan û diyar dikir ku ew dê mudaxeleyî rojhilatê Firatê bikin lê van demên dawiyê em nema rastî van daxuyaniyên wiha tên. Çima gelo? Gelo Tirkiyê ji biryara mudaxeleyê vegeriya yan sedemeke din heye?
Ez dibêm hesabên wan li hev derneketin. Eger li hev derketa, tiştên ji dest wan dihat dê bikirana. Li vir hevpeymaniyek heye, Amerîka li ser mijara vekişînê diaxive. Niha baweriya kesî bi Tirkiyê nayê. Navê Tirkiyê bi DAIŞê re derketiye. Dema dibên DAIŞ Tirkiye, dema dibên Tirkiyê DAIŞ tê bîrê. Divê Tirkiyê neketa rewşeke wiha.
Bi raya te dê çareserî û aştiya li herêmê çawa were dabînkirin?
Eger weke sûriyeyiyan em azad bibin û ji faktorên derveyîn dûr bibin ewçend em ê nêzîkî çareseriyê bibin. Ne pêkan e ku tu hem Tirkiyê, hem Îranê, hem Amerîkayê û hem jî Rûsyayê razî bikî. Ji ber hindê sûriyeyî çiqasî bi vîna xwe ya azad tevbigerin, çareserî jî ewqasî nêzîktir dibe. Lê hinek hêz ji ber berjewendiyên xwe bi hinehêzên din ve girêdayî ne. Destê Tirkiyê tê de heye. Di demekê nêz de çareserî zehmet xuya dike. Vê gavê li asoyan çareserî xuya nake. Ji bo çareseriyê divê hinek eger hebin.
‘JI BO DESTPÊKA QONAXA ÇARESERIYÊ BI KÊMANÎ DIVÊ MIJARA EFRÎNÊ WERE ÇARESERKIRIN’
Divê pêvajoya çareseriyê dest pê bike lê heta niha em neketine rêyeke çareseriyê. Li Efrînê, li Idlibê dagîrkerî heye. Ewqas hêz hene. Rewş pir tev li hev e. Em li Idlibê binêrin. Her cure terorîst lê hene. Hemû terorîstên xwedê li wir in. Ne Tirkiye û ne jî Şam dixwaze bi van re şer bike. Ger mijara Idlibê û Efrînê neyê çareserkirin tu çaxî pêvajoya çareseriyê dest pê nake. Ji bo destpêka vê qonaxê bi kêmanî divê ev mijar were çareserkirin, divê çete derkevin ji wir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin