Ji fermandarê Pêsmerge daxuyaniya êrîsa DAISê ya Mexmûrê

02 February 2020 21:01 0 dîtin
Ji fermandarê Pêsmerge daxuyaniya êrîsa DAISê ya Mexmûrê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku êrîşa terorîstên DAIŞê ya îro danê êvarê li dijî kampa Mexmûrê ya penaberan, piştî hewla dizîna pezê gundê Azêkendê rû daye.

Fermandarê Pêşmerge yê Berpirsê Mîhwera Guwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî ji medya Kurdistanê re ragihand, bûyer îro berêvarê di dema hewldana ji bo dizîna pez û ajalên şivanên gundên Azîkendê rû daye.

Sîrwan Barzanî got, dema çekdarên DAIŞê hewl dane pezên li ber şivanên gundê Azîkendê bi zorê bibin, pasevanên Kampa Mexmûrê wan dibînin û bi hawara şivanan û xwediyên pez de diçin, lewma di navbera çekdarên DAIŞê û pasevanên Kampa Mexmûrê de şer derketiye.

Barzanî diyar kir, zanyarî hene ku di pevçûnan de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, lê belê hîn zanyarî bi temamî nehatine piştrastkirin.

Terorîstên DAIŞê êrîşî Mexmurê kirin: Şer û pevçûn derket...