Ji Herêma Kurdistanê hezar ton kartol bo Îmaratê hat hinardekirin

05 September 2023 12:44 0 dîtin
Ji Herêma Kurdistanê hezar ton kartol bo Îmaratê hat hinardekirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya girêbesta ligel Îmaratê de, heta niha nêzîkî hezar ton kartol ji Herêma Kurdistanê bo wî welatî hatiye hinardekirin.

Hilberîner û hinardekarê kartol K.H. Xwediyê kompanya Beşar Mişîr ji K24ê re gotiye: “Ji destpêka meha borî ve nêzîkî hezar ton kartolên pîşesazî ji Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hatiye hinartin.

Roja 7ê Tebaxê li Hewlêrê merasima hinartina 5 hezar ton kartol bo Îmaratê hat lidarxistin.

Beşar Mişîr gotiye, hinartina kartol bo Îmaratê berdewam e û her hefte 300 heta 400 ton kartol di konteyniran de tê şandin.

Misşîr daye zanîn, girêbest 5 hezar ton kartol li xwe digire, lê dibe ku ev rêje zêdetir bibe û got, "Eger em daxwaza zêdekirina kartolên Kurdistanê bibînin, em ê amade bin ku zêdetir berheman bişînin derve."

Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, kartolên ku îsal ji aliyê cotkaran ve hatiye çandin derdora 700 hezar ton e. Ji vê yekê 500 hezar ton li herêma Nawkur a navçeya Berdereş a Duhokê hatiye çandin.

Ji 100 heta 150 ton kartolên çandinî di hilberîna kartol û çîpên pîşesaziyê de tê bikaranîn.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ragihandiye, hinartina kartolên cotkarê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê, encama xebat û hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hevkariya li gel Konsulê Îmaratê ye.

Şukrî diyar kiriye, Herêma Kurdistanê xwedî “berhemên çandiniyê yên taybet e” û diyar kir ku îsal ji bo hinardekirina berhemên weke rez, sêv û hêjîr bo welatên Kendavê dixebitin.